Mücahit Oktay
12 Sibat 2024•Rojanekirin: 13 Sibat 2024
Serokê Amerîkayê Joe Bîden bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra axivî û got heta planeke "pêbawer" ya ji bo ewlehiya ji milyonekî zêdetir kesî neyê kirin, divê li dijî Refaha bajarê Xezeyê operasyona eskerî neyê destpêkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat gotin Bîden û Netanyahu bi telefonê axivîn û behsa "hewldanên ji bo berdana hemû dîlên mayî yên di destê Hemasê da" kirin.
Qesra Spî daxuyand ku Bîden ji Netanyahu ra got heta planeke "pêbawer" ya ji bo ewlehiya ji milyonekî zêdetir kesî neyê kirin, divê li Refahê operasyona eskerî dest pê neke.
Bîden got divê ji bo sivîlên bêguneh yên Filistînî zêdetir alîkariya mirovî bê kirin û ji bo vê jî divê gavên taybet û bilez bên avêtin.
Herwiha Bîden anî ziman ku armanca wan a hevpar ew e ku Hemas têk biçe û ewlehiya demdirêj ya gelê Îsraîlê jî pêk bê.
- Amadehiya êrîşê ya dijî Refahê
Di 9ê Sibatê da Serokwezîrtiya Îsraîlê daxuyaniyek dabû û gotibû Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu telîmat da artêşê û teşkîlata ewlehiyê ku bila plana êrîşeke bejahîyê ya dijî başûrê Xeta Xezeyê bê amadekirin ku nêzî milyon û nîvek Filistînî ji cî û warên xwe bên qewirandin.
- Bajarê Refahê
Bajarê Refahê ya li başûrê Xeta Xezeyê li ser sînorê Misirê ye. Nêzî milyon û nîvek kesên ji ber êrîşên Îsraîlê reviyane li vir bi cî bûne. Nifûsa bajêr 2,3 milyon e ku ev teqabilê nîvê nifûsa Xezeyê dike.