20 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu bi Rex Tillersonê ji bo Wezîrê Karên Derva û bi James Mattisê ji bo Wezîrê Parastinê ku ji hêla Donald Trump va wek namzed hatin kifşkirin ra hevdîtin kir.
Çavuşoglu di şîva ku li Union Stationê hat dayîn da bi Tillerson û Mattisê ji hêla Donald Trumpê Serokê hilbijartî yê DYAyê hatin kifşkirin ra hevdîtin kir.
Trump bi mebeste spaskirinê şîv da wan kesên ku piştgirî dan wî û di merasimê da nûnerên Partiya Komarê, parlementerên Kongreya DYAyê û gelek jî bexşker beşdar bûn.
Çavuşoglu ji bilî vê bi Paul Ryanê Serokê Meclisa Nuneran ra jî hevdîtinek kir û hin hevdîtinên din jî wê Çavuşoglu îro bike.
Ji bo dest bi wezîfekirina Trump îro wê li bexçeyê kongreyê merasima sondxwarinê bê kirin û Donald Trump wê bi fermî dest bi wezifeyê bike.