20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
MADRÎD
Li Îspanyayê referanduma serxwebûnê ya ku di 1ê cotmehê da li Katalonyayê bê kirin dereqanûnî hat îlankirin ligel vê hikûmeta herêmê hewla referandumê didomîne û ji ber vê operasyon birin ser saziyên Hikûmeta Rêveberiya Xweser a Katalonyayê.
Ajansên xeberan ên Îspanyayê diyar kirin ku bi telîmata dozgeriyê va cendirme ketin nav avahiyên saziyên wek karên aboriyê, ewlekariya civakî, karên darayiyê û karên derva yên hikûmeta rêveberiya xweser a Katalonyayê û lêgerînê dikin.
Di xeberên çapemeniya neteweyî da tê gotin ku Josep Maria Joveyê ji alîkarên Wezîrê Aboriyê û Alîkarê Serokwezîrê Katalonyayê Oriol Junqueras hat binçavkirin.
Cendirmeyên Îspanyayê ji bo ku pêşiyê li referanduma serxwebûnê ya 1ê cotmehê bibirin di van rojên dawîn da operasyon zêde kirin, di lêgerîna li hin saziyan da ji milyon û nîvekî zêdetir dokuman û amûrên propagandayê yên li ser referandumê girtin.