Nuri Aydın
28 Nîsan 2026•Rojanekirin: 28 Nîsan 2026
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji ber dorpêça benderên Îranê ya ji aliyê Amerîkayê va, destûr nehat dayîn ku tankereke neftê derbas bibe.
Li ser hesabê CENTCOMê yê medyaya civakî ya şirketa Xê ya ku navenda wê Amerîka ye, der barê mijarê da daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku keştiya bi moşekan a rê li ber digire ya USS Rafael Peralta nehîşt ku tankera nefta xav a M/T Streamê derbas bibe.
Di daxiyaniya CENTOMê ya 26ê Nîsanê da hatibû daxuyandin ji ber dorpêçiya Amerîkayê ya li ber benderên Îranê 37 keştî paşve hatin şandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku mizakereyên li Pakistanê yên bi Îranê ra dihatin kirin têk çûn, daxuyaniyek dabû û gotibû ew ê Tengava Hurmuzê dorpêç bikin.
CENTOMê jî daxuyandibû ku ji 10 hezarî zêdetir esker, bi dehan keştiyên şer û balafirên şer beşdarî dorpêçiya benderên Îranê bûne.