Ethem Emre Özcan
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Di daxuyaniya nivîskî ya Parastina Sivîlan a Libnanê da hat diyarkirin ku ekîbên ku piştî êrîşa Îsraîlê ya li bajaroka Mecdel Zunê avahiyekî hedef girt gihaştin herêmê dema xebatên lêgerîn û xilaskirinê da bi êrîşeke duyemîn hedef hatin girtin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşê da 3 jê peywirdarên parastina sivîlan 11 kes hatin kuştin, 2 eskerên Libnanî yên ku li gel ekîban bûn jî birîndar bûn.
- Êrîşên Îsraîlê yên dijî Libnanê û agirbest
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê ya di 2yê adarê da hatibû diyarkirin piştî hat tesbîtkirin ku ji Libnanê mûşek hatine avêtin li bakurê welêt sîren ketin dewrê.
Artêşa Îsraîlê paşê ragihandibû ku dijî tevahiya Libnanê êrîşên asîmanî da destpêkirin û paytext Beyrûtê hedef girtibû û ji asîman û deryayê va gelek êrîş biribûn ser Libnanê û biryar dabû ku dagîriya bejayê berfireh bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê eşkere kiribû ku hejmara kesên di êrîşên artêşa Îsraîlê da hatin kuştin ji 2 hezar û 500 kesî derbas kir.
Artêşa Îsraîlê digel agirbestê êrîş û xirakirina malan ûn li başûrê Libnanê didomîne, Hîzbullah jî bi hinceta ku agirbestê îxlal dike êrîşan dibe ser yekîneyên Îsraîlê.