Önder Beyter
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 14 Îlon 2017
QAHIRE
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Erebî Ehmed Ebû Xeyt diyar kir ku ji bo çareseriya qeyrana Kendavê hewcedarî bi demê heye.
Ebû Xeyt di çarçoveya Civîna 148emîn a Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî ku li Qahireya paytexta Misrê dewam dike da ligel Wezîrê Karên Derva yê Cîbûtiyê û Serokê Serdema 148emîn ê Yekîtiya Erebî Mehmûd Elî Yûsif ra hat cem hev.
Di civîna hevpar a çapemeniyê ya dû hevdîtinê da Ebû Xeyt ragihand ku yekîtiyê di warê "referanduma serxwebûnê" ya ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê Îlonê da bike, kêşeya Filistînê û hewldanên Îsraîlê yên li Afrîkayê belavkirin û xurtkirina hêza xwe da biryarên girîng hatin wergirtin.
Ebû Xeyt bal kişand ku ew piştgiriya yekperçetiya xaka Iraqê dikin û herwiha di navbera welatên endam da wê komîteyeke şêwrê bê avakirin ku wê li dijî emelên Îsraîlê yên li Afrîkayê têbikoşe û stratejiyan derxîne pêş.
Wezîrê Karên Derva yê Cîbûtiyê Yûsif jî diyar kir ku wan di civînê da biryarên girîng wergirtin ku di navê da li hemberî xaka hevgirtî ya Libyayê rêzgirtin û herwiha redkirina midaxeleya dereke û çareseriya siyasî bona krîza Sûriyeyê, hene.