Türkan Tosun
13 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
RAMALLAH
Nameya ku ji hêla milyonek xwendekarên filistînî va ji bo dagirkeriya Îsraîlê ya li ser axa Filistînî ji holê rabe û dewleta Filistînê ava bibe hat îmzekirin, teslîmî Mehmûd Ebbasê Serokê Dewleta Filistînê hat kirin.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Filistînê WAFAyê, Ebbas name teslîm hilda û ewê jî nameyê bide Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres.
Mehmûd Ebbasê Serokê Dewleta Filistînê got ev name nîşan dide ku gelê Filistînê çiqasî dixwaze azad û serbixwe bibe.
Ebbas daxuyand ku vê tevgera xwendekarên filistînî ya ku dixwazin welatê wan serbixwe bibe girîng e.
Wezareta Perwerdeyê ya Filistînê di dawiya meha tebaxê de ji bo azadî û serxwebûna Filistînê kampanyaya îmzeyê dabû destpêkirin.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Filistînê Riyad Mansur roja duşemê daxuyand ku aliyê Filistînê 16 pêşnûma amade kiriye ku wan di Lijneya Giştî ya NYyê ya ku wê di 20ê îlonê de bicive de pêşkêş bike.
Mansur got Mehmûd Ebbasê Serokê Dewleta Filistînê wê di vê civîna NYyê de biaxive, mijara sereke ya Ebbas jî wê der barê aştiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de ye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres jî meha borî hatibû ziyareta Filistînê û gotibû ewê bixebitin ku aştî pêk bê.