15 Adar 2017•Rojanekirin: 15 Adar 2017
ASTANA
Li Astanya paytexta Qazaxistanê muzakereyên tûra 3yemîn ku mijara wê Sûriye ye berdewam e. Herwiha Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê ragihand ku civîna serekeyê îro çêbe, muxalefeta leşkerî jî dê sibê digel welatên garantor bicive.
Roja 2yemîn a muzakereyên li Astanayê li Otêla Rixosê bi civîna Tirkiye, Rûsya û Îranê ya sêalî va dest pê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê Anûar Caynakov di daxuyaniya xwe ya li otêlê da got ku civîna sereke dê bi beşdariya welatên garantor û Wezîrê Karên Derva yê Qazaxistanê Kayrat Abdrahmanov va li gorî saeta Tirkiyeyê di 11.00an da dest pê bike.
Caynakov diyar kir ku Wezîrê Qazax dê ji çapemeniyê ra danezanekê bixwîne û wiha xeberda, "Tê pêşbînîkirin ku îro ji eniya başûr û bakur muxalifên leşkerî bên Astanayê. Muxalif dê sibê digel pisporên welatên garantor li ser cîbicîkirina agirbestê rawestin."
Di hevdîtinan da Alîkarê Misteşarê Wezareta Karên Derva Sedat Onalê şandeya tirk temsîl dike.
Aleksandir Lavretînevê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn serokatiya şandeya ûris, Alîkarê Wezîrê Karên Derva Huseyîn Cabîrî Ensarî jî serokatiya şandeya Îranê dike.