Muhammet Kurşun
15 Adar 2017•Rojanekirin: 16 Adar 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku rêxistina terorî PYD/PKKyê li Girkêlekêya rojavayê bajarê Dêrikê êrişî avahiya ENKSyê kirin û ew teqandin.
Rêvebirê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Ebdulrehman Hilo ji bo malpera resmî ya PDKyê ragihand ku vê sibehê terorîstên PKKyê avahiya ENKSyê li Girkêlekê teqandine.
Hilo diyar kir ku PKKyê bi hemû hêz û qeweta xwe êrişî ser partiyên kurd dike û li girtina siyasetmedaran berdewam e.
Destnîşan kir ku vê sibehê êrişî ser avahiya ENKSyê li Girkêlekê kirine û ew teqandine.
Hilo wiha agahî dan:
"Halê hazir şewitandin û teqandina avahiyên ENKSyê bûye karê wan ê sereke. PKK, baş dizane ku pozîsyona xwe li Rojava ji dest daye. Van karan jî loma dike. Li hemberî jidestdana vê pozîsyonê PKK wek tolê bistîne êrişî ser xelkê dike."