ASTANA
Ji bo ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê bisekine, li Astanaya paytextê Qazakistanê civînê dest pê kir. Nûnerên mixalefeta leşkerî, rejima Beşşar Esed, Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîkayê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê tê lidarxistin. Heyetên ku beşdarî civînê bûn di saet 13.00î da hatin Otêla Rîxosê.
Li ser navê mixalifan heyeteke ku ji 14 kesan pêk tê beşdarî civînê bû. Di heyetê da nûnerên Kolorduya Şamê (Feylequ’ş Şam), Artêşa Îzzet (Ceyşü’l İzza), Artêşa Serkeftinê (Ceyşul Nasir), Şehîdên Îslamê (Şuheda el-Îslam), Artêşa Mucahîdan (Ceyşul Mucahîdîn), Tumena Qeraxan ya Yekem, Leşkerên Şamê (Ecnadul Şam), Yekîtiya Festaqîm (Tecemmu Festaqîm), Tûgaya Sultan Murat, Eniya Şamê (Ec-Cephe eş-Şamiye), Artêşa Îdlibê ya Azad (Ceyşul Îdlib el-Hur), Artêşa Îslamê (Ceyşul Îslam), Eniya Başûr (Ec-Cephe ec-Cenubiye) hene.
Grûba şêwirmendan nêzî 40 kesan pêk tê, lê beşdarî civînê nebû. Ev grûb jî piştgiriyê dide heyetê.
Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Îran, Amerîka û Sekreterê Giştî yê NYê yê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Staffan de Mistura beşdarî civînê bû.
Ji Tirkiyeyê Alîkarê Misteşar yê Wezareta Karên Derva Sedat Onal, ji Îranê Alîkarê Wezîrê Karên Derva Huseyîn Cabîrî Ensarî beşdarî civînê bû. Balyozê Astanayê yê Amerîkayê George Krol jî serokatiya heyeta Amerîkayê dike. Li ser navê Rûsyayê jî Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Vladimir Putîn Alexander Lavrentiev û Alîkarê Wezîrê Karên Derva Mixaîl Bogdanov beşdarî civînê bû. Li ser navê rejima Esed jî nûnerê NYê Beşar el-Caferî beşdar bû.
Wezareta Karên Derva ya Qazakistanê ragihandibû ku ew pêşbînî dikin civîn heya sibe êvarê bidome. 320 mensûbên çapemeniya dereke û 120 jî yên xumalî hevdîtinên Astanayê dişopînin.
- Madeya ewil a rojevê binpêkirina agirbestê ye
Di civînê da pêşiyê dê binpêkirinên agirbestê yên piştî 30ê berfanbarê ku wê demê agirbest hatibû ragihandin, bên gotûbêjkirin.
Muxalif dê di civînê da raporekî pêşkêşî layenan bikin ku tê da ji aliyê artêşa Beşşar Esed û komên biyanî yên terorîst ên alîgirên rejimê va binpêkirina agirbestê li ser nexşeyê nîşan dide, heye.
Muxalif dixwazin binpêkirina agirbestê bidawî be. Artêşa Esed û Hizbullaha ku Îran piştevaniya wê dike piştî 30ê berfanbarê ku agirbest hatibû ragihandin, li Xuteya Rojhilat a Şamê û Deşta Baradayê hin dever bi dest xistibûn. Dîsa muxalif dê taleb bikin ku rejim ji van deran vekişe.
Artêşa Esed û xaseten jî Hizbullahê heya niha li dewrûbera başûr û rojavayê Helebê, dewrûbera parêzgeha Lazqiyeyê, navend û dewrûbera Îdlibê, navçe û bajarokên li Xuteya Rojhilat, navçeya Madaya û Zebedaniyê, li bakurê Hema û Humsê deverên xwecihî yên di destê muxalifan da û li parêzgeha Deraya li başûrê welat bi sedan carî agirbest binpê kirin.
Heger rejim û garantorê wê Rûsya di mijdara binpêkirina agirbestê da gav bavêjin, muxalif jî dê pêşniyaza sepandina pêngavên tevdîrên pêbaweriyê bike. Ji van tevdîran ya ewil, li Şam û Humsê li gelek deverên ku di bin dorpêça rejimê da krîza mirovî lê heye, dê daxwaza vekirina korîdoreke mirovî bê kirin.
Muxalif herwiha dê bixwazin ku bi hezaran girtiyên siyasî yên di girtîgehên rejimê da bên berdan.
- Li Astanayê gavên nû
Rûsya û Tirkiyeya ku di agirbesta 30ê berfanbarê da garantorê muxalifan e, serkêşiya civîna Astanayê dikin.
Hêleke herî giring a civîna li Astanayê ew e ku muxalefeta leşkerî ya Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir va dê cara ewil bi kadroyeke berfireh beşdarî hevdîtinan be. Ji hêla din hin grûbên din ên mîna Ehraru'ş-Şam ku beşdarî Astanayê nabin, agirbestê tam bicih tînin. Piştî salan cara ewile ku muxalif di civînên amadehiyê yên li Enqereyê de ji hêla fikr ve bûn yek.
Ev civîn li gor civînên din cuda ye. Cudahiya wê ewe ku hemû aliyên li ser maseyê cara ewil e ku ji komên leşkerî yên ku li qadê şer dikin, pêk tê.
Xaleke "nû" ya vê civînê ya ku bi pêşengiya Tirkiye û Rûsyayê çêbibe jî ew e ku muxalefeta leşkerî û rejima Esed di nav vê şerê navxweyî ya ku 6 sale dewam dike da cara ewil wê rasterast hevdîtinan bikin.
Berê li Cenevreyê der barê guherîna dîlan û zêdekirina tevdîrên ewlehiyê de hevdîtinên biçûk hatibûn kirin.
Rûsya û Îran jî wê cara ewil komên leşkerî yên ku li qadê şer dikin bi giştî li ser maseyê li hemberî xwe bibînim.
- Hewldanên Tirkiyeyê
Piştî ku Tirkiye û Rûsyayê bar hildabûn li ser stûyê xwe ku şerê navxweyî bi dawî bibe, welatên Rojavayê ji ber tevgera Tirkiye û Rûsyayê aciz bûbûn.
Rêvebiriyên Rojavayê piştgiriyê didin civîna Astanaya Qirgizîstanê, lê peyaman jî didin ku divê piştî Astanayê civîn li Cenevreyê bên kirin.
Ji aliyê din hinwezîfedarên Amerîkayê yên ku li Sûriyeyê wezîfedar in jî ji gelek komên muxalif re gotibûn ku bila neçin civîna Astanayê.
Ji ber ku komên muxalif guh dan agirbestê û bi gelempêrî beşdarî Astanayê bûn, ev wek serkeftina Tirkiyeyê tê nirxandin. Rayedarên tirk yên ku agahî dan nûçegihanê AAyê gotin ku Rûsyayê jî texmîn nedikir ku Tirkiye wê evqas serkeftî bibe.