19 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2021
ANKARA (AA) - Wezareta Karên Navxweyî ragihand, bi saya lêkolînkirina qeydên kamerayê, failên êrîşa terorê ku 2yê Rêbendanê li Resuleyna navçeya Sûriyeyê bi teqandina mînîbusa teqemenîbarkirî hat kirin û her wiha di encamê da 2 zarok hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn, hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, ji bo destgîrkirina failên bûyera terorê ya li navenda Resuleynê, bi kordînasyona Walîtiya Şanliurfayê, Tîmên Şêwirmendiyê yên Cendirmeyê, TEM û asayîşa xwecihî bi hev ra xebitîn.
Delîl û hemû qeydên kamerayên ku ciyê bûyerê dibînin, bi hûrgilî hatin lêkolînkirin. Di operasyonan da 9 berşikên Sûriyeyî hatin destgîrkirin.
- Beramberî azadiya xwe çalakiya bombeyê xwestiye
Di encama xebatan da hat tesbîtkirin, ya ku teqemenî bi cih kiriye jin, yê ku wesayît ji dûr va bi kûmandayê teqandiye jî mêrek e. Her wiha hat tesbîtkirin, 7 berşikên din jî alîkariya van herduyan kirine.
Terorîsta jin a destgîrkirî di îfadeya xwe da diyar kir, gava ew li Qamişloyê di girtîgehê da bû, rêxitina terorê PKK/KCK-PYD/YPGyê zêde zêde zext lê kir. Berşika jin li xwe mukir hat ku zext lê kirine, heger li dijî ciyekî ku ew dixwazin êrîşa terorê bike, ew ê were berdan, lê heger na ew ê bi salên dûr û dirêj di girtîgehê da bimîne.
Der heqê berşikan da bi destê asayîşa xwecihî miemeleyên edlî dan destpêkirin.