İbrahim Atmaca
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
BEXDA
Li Iraqê Dadgeha Darazê ya Îdarî ezilkirina Waliyê Kerkûkê yê berê Necmeddîn Kerîm, pesend kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji dadgehê hat dayîn, Kerîm ji ber ezilkirina xwe li dadgehê îtiraz kiriye, dadgehê jî ezilkirina wî pesend kir.
Meclisa Iraqê di 14ê îlonê da Kerîm ji wezîfeyê hildabû.
Rêveberiya navendî ya Iraqê piştî ku li Kerkûkê kontrol ket destê hêzên welêt, li bajêr Alîkarê Walî Rakan Seîd Cibûrî wek walî tayîn kiribû.
Cibûrî duh di civîna çapemeniyê da wiha gotibû: "Hikûmeta navendî ya Bexdayê ji îro pê va ez ji bo wezîfeya walîtiyê tayîn kirim. Ji bo ku li bajêr jiyan normalîze bibe, ez wek walî wezîfeyê hildidim ser xwe."