Elif Orhan
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Komîsyona Bilind a Referandûm û Hilbijartinê ya Herêma Kurdistana Iraqê da zanîn ku amadehiyên der barê hilbijartinên serokatî û parlementeriyê yê dihat payîn ku piştî du hefteyên din bên kirin hatin rawestandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji komsîyonê hat dayîn de hat gotin ku "Amadehiyên der barê hilbijartina dihat payîn ku di 1ê sermawezê de bên kirin ji ber geşedanên dawîn ên li herêmê û ji ber ku tu namzedê serî lê neda wek berwext hatin rawestandin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê Parlementoya HKIyê biryar bide ka dê amadehî kengî dest pê bikin.
Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê di 7ê hezîranê de piştî civîna bi nûnerên partiyên siyasî re îlan kiribû ku dê hilbijartinên serokatî û parlementeriyê di 1ê sermawezê de bên kirin.