Hat ragihandin ku "hucreyên veşartî" yên rêxistinê yên li navenda navçeyê jî beşdarî êrîşa ku milîtanên DAEŞa rêxistina terorê ji Cerablûsê yên ku bi dizîka ketin Kobanêyê kirin, bûn.
Walîtiya Şanliûrfayê di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşa ku berdestê sibê li navenda navçeya Kobanêyê û cihên nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hatin kirin de eşkere kiribû ku milîtanên DAEŞê ji herêma Cerablûsê ya li rojavayê navçeyê ya ku di bin kontrola rêxistinê de ye, ketin Kobanêyê.
Li gor agahiyên ku AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xistin komên taybet ên ku wek "hucreyên di xewê de" yên ku ev demek dirêj e ku li navçeyê li bendê bûn jî beşdarî êrîşa ser hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku wekî berdewamiya PKKyê ya Sûriyeyê ye bûn.
Di êrîşa DAEŞê de li gor tespîtên ewil 8 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn. Çavkaniyên ewlehiyê dan zanîn ku jimara miriyan zêdetir e lê ji ber ku pevçûn berdewam dikin nikarin agahiyên rast bi dest bixin.
Ji aliyê din ve di rasera ser navenda navçeyê de avahiyên li kêleka hev ên ku wekî "Quşaxa ewlehiyê ya 4in" tê binavkirin û ji aliyê PYDyê ve wekî baregehê tê bikaranîn ketin destê DAEŞa rêxistina terorê.
Li der û dora avahiyan pevçûnên ku gur bûn berdewam dikin.