18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
ÎSLAMABAD
Dadgeha Bilind a Îslamabadê îtiraza endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya der barê biryara hikûmetê ya ku dibêje "hetanî 20 mijdarê welêt terk bikin" bi hinceta "bêrayebûnê" red kir.
Dadgeha Bilind di biyara xwe da got ku daxwaza dirêjkirina vîzeya tirkên ku li xwendingehên FETOyê yên di bin navê PakTurkê da dixebitin karê wan nîne û red kir. Dadgehê rêya Wezareta Karên Navxweyî ya ku vîzeya FETOyiyan dirêj nekir nîşanî wan da.
Hat ragihandin ku di rûniştinê da rayedarên Wezareta Karên Navxweyî jî amade bûn û gotin ku "Vîzeya endamên PakTurkê di 9ê îlonê da xilas bûye, daxwaza dirêjkirina vîzeyê jî nehatiye ber destê wan".
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên hikûmetê sitand, hat gotin ku "biryara ku Wezareta Karên Navxweyî daye 'teserufa kamuyê' ye û di vê mijarê da rayedariya darazê tune". Li gor qanûnên Pakistanê dema ku vîzeya kesekî xilas bibe ji bo dirêjkirina dema wê daraz nikare biyarekê bide.
Roja çarşemê beriya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Pakistanê ziyaret bike ji 108 malbatên li xwendingehên FETOyê wezîfeyê dikin hatibû xwestin ku welêt terk bikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Çodrî Nîsar Elî Xan gotibû li bendê ne ku kesên ku hejmara wan digihêje 400 kesî di nav 5 rojan da welêt terk bikin.