18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 18 Mijdar 2016
HESEKÊ
PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê raserî ofîsa Partiya Yekîtiyê ya girêdayî Konseya Neteweyî ya Kurdên Sûriyeyê (ENKS) kir û birêvebirên wê revandin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin milîtanên PYD/PKKê piştî ku saetekî ofîsa Partiya Yekîtiyê ya li bajaroka Amûdeya girêdayî Qamişloya navçeya Hesekê dorpêç kirin raserî ofîsê kirin. Milîtanan Hesen Salihê Arîkarê Sekreterê Giştî jî di nav de 6 birêvebirên payebilind revandin.
PKK/PYD dih jî bi hinceta ku bêrûhsad dixebitin raserî radyoya partiyê kiribû, 2 xebatkar binçav kiribûn û pişt re ew serbest berdabûn. Milîtanan eşyayên ku li radyoyê dest danîbûn serê jî teslîm nekiribûn.