ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi nûnerên komaleyên romanan re hevdîtin kir.
Davutoglu duh bi namzedê AK Partiyê yê Îzmirê Cemal Bekle û nûnerên komaleyên romanan re li Navenda Giştî ya AK Partiyê hat bal hev û guh da daxwazên romanan.
Di hevdîtinê de welatiyekî roman helbesta helbestvan Sezaî Karakoç a bi navê "Ji welatê Sirgun ji Paytextê Paytextan re" bi vî awayî xwend:
"Dildar, dildara herî mezin, ey xoşewîst, sirguna min a cîhanê dirêj meke. Gelo ji çûkên li welatê min çi xeber heye. Bihareke ku ji goristanan jî bilind dibe heye. Ji celadê eşqê çi derdikeve, madem ku yar heye. Ji tunebûnê û ji hebûnê wêdetir jî hebûnek heye. Sûc her dem di romanan de nîne, awirekî ku me serobino dike heye. Malikên ku ji ber wê stranê derketine hene. Nebî bibêjî qeder, ji ser qederê re qedereke din heye. Mirovê mêrxas Ahmet Davutolguyê ku dê qedera romanan biguherîne heye. Çi bikin bêfeyde, biryareke ku ji asîman tê heye. Serkefitneke ku bi têkçûnan mezin dibe heye. Ez hêviya xwe ji te nabirim, Birêz Serokwezîrê min, di te de çinareke bi navê merhemetê heye."
Ji bo welatiyê ku helbest xwend çepik hatin lêxistin û piştî ku welatî helbesta xwe qedand, Davutoglu got ku "Ji dil dixwîne maşallah" û ew pîroz kir.