Serokê Koma ku li ser 29 sal beriya niha kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme lêkolînan dike Hans Melander got ku cinayet ji ser PKK û ajanên îstixbarata Afrîkaya Başûr ên ku ji mêj ve gumanbar bûn, ji nû ve dest bi lêkolînan kirin.
Hans Melanderê Serokê Koma Lêkolînê ya Kuştina Palme ji Aftonbaldeta rojnameya Swêdê re axivî û eşkere kir ku bi dehan delîl û şahid hene ku di paşxaneya sûîkastê de rêxistina PKKyê heye û di van rojên dawîn de jî delîlên nû bi dest xistin.
Lê belê Melander got ku niha nikarin van delîlan ji raya giştî re parve bikin.
Li gor nûçeya ku rojnameya Aftonbladetê sipart çavkaniyên polêsan der barê kuştinê de li ser du îxtimalan disekinin. Ji van yekî de hat gotin ku dema Olof Palme diçû sînameyê kesekî ew dît, çeka xwe girt û hat nêzî sînemayê û vir ma li benda Palme. Dan zanîn Palme piştî ku ji sînemayê derket vê kesê ew kuşt û li ser îxtimala dibe ku ew kes jî PKKyî be disekinin.
Di îxtimala duyemîn a ku rojname dispêre polêsan de dan zanîn ku Palme li dijî siyaseta "apartheid"ê ya li Afrîkaya Başûr a ku bingeha wî nijadperestî ye bû û li ser îxtimala dibe ku "ajanên îstixbaratê" yên ku çermspiyên afrîkaya başûrî bi rê ve dibin ve hatibe kuştin, lêkolînan dikin.
Sosyal Demokrat Olof Palme li Swêdê di navbera salên 1969-1976 û 1982-1986an de serokwezîrî kir û di 28ê Sibata 1986an de piştî ku bi xanima xwe re çû sînemayê li kolanê hatibû kuştin. Rastiya cinayeta Palme hê jî derneketiye holê. Di kuştina Palme de digel PKK û îstixbarata Afrîkaya Başûr, polêsê veşartî yê yugoslav û ewlehiya navxweyî ya Swêdê jî di nav gumanbaran de hatibûn nîşandan.