Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
BERLÎN (AA) – Wezîrê Derveyî yê Almanyayê Sigmar Gabriel der barê referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de got: "Daxwaza xêzkirina sînorên nû û zêdekirina xetera li ser yekîtiya Iraqê ne rêyeke rast e."
Gabriel, di çarçoveya ziyareta Lîbyayê de daxuyanî da û diyar kir ku daxuyaniya Herêma Kurdistanê ya der barê "referandûma serxwebûnê" de bi fikareke mezin pêşwazî kiriye.
Gabriel got ew dikarin hişyariyê bidin ku di vê mijarê de yekalî gav neyê avêtin û wiha dewam kir:
"Zêdebûna xetera li ser yekîtiya Iraqê û daxwaza li ser xêzkirina sînorên dewletê ne rêyeke rast e. Ev gav, dê rewşa bêîstiqrar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir bike."
Gabriel hemû alî vexwendin diyalogê û daxwaz kir ku pirsgirêk bi têkiliyên dualî û lihevkirinê bên çareserkirin û bi taybetî jî divê îxtilaf zêdetir neyên tehrîkkirin.
Herwiha got mucadeleya li dijî DEAşê hê nehatiye qezenckirin û gavên ji vir pê de jî dikarin bi hev re bên avêtin. Bi vî awayî dê pirsgirêk çareser bibin.