Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
WASHINGTON
Wezareta Berevaniya Emrîkayê (Pentagon) ragihand ku koalîsyona di pêşengiya Emrîkayê de li herêma El Tanfa başûrê Sûriyê cara sêyem operasyona esmanî bo ser hêzên alîgirê Esed encam da
Berpirsê Pentagonê bo peyamnêrê AAyê daxuyanî da û got firokeyên girêdayî Operasyona Biryardariya Tebî ya Hêzên Wezîfeyê yên Yekgirtî li herêma El Tanfê cara sêyem operasyon kirin.
Hat ragihandin ku ev êriş ji yên din mezintir e û gelek kes hatine kuştin.
Koalisyonê 18ê Gulanê cara yekem, 6ê Hezîranê jî cara duyem li herêma jihevcudabûnê êrişî komên çekdar kiribû.
Tê çavnêrîkirin ku Pentagon der barê mijarê de daxuyaniya çapemeniyê bide û hûrgiliyan parve bike.