DIYARBAKIR
Dayikên cangoriyan û yên ku zarokên wan li serê çiyê ne ji deverên cuda yên Tirkiyeyê hatin Diyarbekirê ji bo aştî pêk bê kevok azad kirin û pankarta ku li serê "Dayik ji bo aştî û biratiyê dest bidin hev" nivîsîbûn vekirin.
Li ser navê dayikan Hatîce Erenê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo pêkhatina aştiya mayînde û biratiyê civiyane.
- "Êdî ji hemû hêlên ku hebûna xwe bi saya serê şer didomînin re bes"
Erenê destnîşan kir ku aştî wê bi xêra hewlên dayikan be û wiha pê de çû: "Em dayik nahêlin ku zarokên vî xelkê ku bi hezaran sal e xwîşk û birayên hev in, bihevkevin, ji bo vê em bêdeng namînin. Êdî ji hemû hêl û pergalên ku hebûna xwe bi saya serê şer didomînin re bes e. Em ji siyasetmedaran hêvî dikin ku bila pêvajoyê ji ser partiyan bigirin û ji bo biçe serî hewl bidin. Êdî halê me dayika nemaye. Em ne dayikên tirk û kurd ên 30 sal berê ne. Tu kes wê nikaribe vî gelê ku wek goşt û hestî bi hev re ye nikaribe ji hev biqetîne. Ew ê tu kes nikaribe wan zarokên ku me aniye dinyayê bike qurbana berjewendiyên siyaseta xwe ya gemarî."
Piştî daxuyaniyê dayikan bi hev du re kevok azad kirin.