ANKARA
Bi telîmeta Wekîltiya Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê îdiayên bêûsuliya rêxistinî ya di ezmûna hilbijartina karmendên dewletê ya di sala 2010an de, beriya ezmûnê belavkirina pirsan û îdiayên kopyeyê de lêpirsîn dan destpêkirin. Ekîbên Midûriya Têkoşîna li Dijî Sûcên Malî û Organîze ya Midûriya Ewlehiyê ya Enqereyê piştî xebateke ku bi qasî 15 mehan berdewam kir der barê îdiayan de ji bo ku li 19 bajarên ku navenda wan Enqere ye, operasyonê bide destpêkirin, dest bi xebatan kir.
Hat ragihandin ku operasyon berdewama lêpirsîna KPSSyê ya ku di sala 2010an de li Yalvaça navçeya Ispartayê dan despêkirin e. Di heman demê de operasyon birin ser navnîşanên ku berê hatibûn diyarkirin û kesên ku di çarçoveya operasyonê de li Stenbol, Bûrsa, Isparta, Samsûn, Sakarya, Sêwas, Eskîşehîr, Çorûm, Batman û Îzmirê hatin binçavkirin anîn Enqereyê. Hat diyarkirin ku gumanbar bi sûcên "avakirina rêxistina sûc, birêvebirin û endamtiya rêxistina sûc", "di belgeyên fermî de sextekarî", "di sazî û dezgehên kamûyê de ji bo zirarê dekbazî", "jiholêrakirina delîlên sûc", "xirabbikaranîna peywirê" û "eşkerekirin û peydakirina agahiyên qedexe" hatin sûcdarkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der heqê 82 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat diyarkirin hin kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê heye, li derveyî welêt in. 40 kes ji wan peywirdarê ewlehiyê bi tevahî 75 kes hatin binçavkirin. 3 ji wan jin bi tevahî 6 kes li ewlehiyê hatin serbestberdan. Piştî ku muameleyên wan ên li ewlehiyê hatin temamkirin, 69 gumanbar sewqî dadgehê kirin û ji vana 7 kes serbest man. Ji gumanbaran 62 kesa jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kirin. Di nivîsa dadgehê ya sewqê de hat gotin ku "gumanên xurt hene ku bersûc sûcên ku dixin sitûyên wan kirine".
Di lêpirsînê de 32 kes hatin girtin
Ji gumanbarên ku sewqî Dadgeha Cezayê Silhê ya 2yemîn a Enqereyê kirin 32 kes hatin girtin, 30 kes bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan. Ji gumanbaran 32 kes ji sûcên "avakirina rêxistina sûc, birêvebirin û endamtiya rêxistina sûc", "di belgeyên fermî de sextekarî", "di sazî û dezgehên kamûyê de ji bo zirarê dekbazî", "jiholêrakirina delîlên sûc", "xirabbikaranîna peywirê" û "eşkerekirin û peydakirina agahiyên qedexe" hatin girtin.
- Ji bersûcan 4 kesî sûcê xwe îtiraf kir
Hat ragihandin ku kesên hatin binçavkirin di îfadeyên xwe yên ewil de sûcdarkirin red kirin. Dan zanîn ku piraniya gumanbaran li ser pirsa 'we çawa tam pûan sitand?' gotin ku 'em bi xwe xebitîn û bi ser ketin'. Ji bersûcan 4 kesî sûcdarkirin qebûl kirin û îtiraf kirin. Di çarçoveya îfadeyan de hat tespîtkirin ku temamiya bersûcan ji ser komaleyeke li Enqereyê bi hev re têkilî danîne. Di lêpirsînê de hat îdiakirin ku pirsên ezmûnê bi bêûsulî hatin bidestxistin û anîn komaleyê, endamên cemeatê ji vir pirs belavî endamên xwe kirin. Ekîban tespît kir ku hin bersûcan agahiyên nasnemeyên kesên ku temenê wan ji 60î jortir in xeta telefonê dane vekirin û ev xet di bêûsuliya KPSSyê de hatin bikaranîn. Ekîban li qeydên ragihanê yên berê nêrîn (HTS) û derxistin holê ew kesên ku van xetan bi kar tînin li komelaya navborî û hawirdora wê ne, ji van deran telefon kirine. Hat diyarkirin ku ji kesên ku hatin binçavkirin 4 kes li ser navê "rêxistina paralel" di bin navê "hîmmetê" de pere û arîkarî berhev kirin, di nav "hîmmet"ên ku hatin berhevkirin de hezar û 816 mî jî hene. Hat ragihandin ku di nav kesên ku hatin binçavkirin de amîrekî ewlehiyê yê ku di lêpirsînê de mudaxaleyê kompitera ku ewlehî li serê lêkolînan dike, kir pirs û şopên di kompîterê de jê birin jî hene.
- Ji Serdozgeriya Komarê daxuyaniya 2 rûpelî
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê îdiayên bêusuliyên di KPSSyê de daxuyaniyeke ku ji 2 rûpelan pêk tê da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di vê jêpirsînê de hat dîtin ku Komara me bi talûkeyeke pir mezin re rû bi rû ye. Ji hin şexsên ku mensûbê rêxistinekê ne re talîmat hatiye dayîn ku bila di saziyên dewletê de bi cih bibin. Li wê derê rêxistinekê ava bikin, bi hevdu re tevbigerin û ji bo vê armancê jî ji bo bikaribin bikevin saziyên dewletê beriya ezmûnê pirs bi diziyê bi dest xistin, bikaranîn û di tayînkirinan de heqê ewil bi dest xistin. Dema ku meriv delîlên hatine bidestxistin dinihêre dibîne ku heqê milyonek merivî hatiye xwarin."
Hat ragihandin di çarçoveya jêpirsînê de derket holê ku pirsên Zanista Perwerdehiyê (120), Hunera Giştî (60) û Çanda Giştî (60) ya ezmûna KPSSyê ya di 10 tirmehê 2010î de hat kirin beriya ezmûnê hatiye bidestxistin. Delîlên xurt ên ku nîşan didin ew pirs hatine belavkirin hatin bidestxistin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di dîroka KPSSyê de tu carek tu kesî ji 120 pirsên Zanista Perwerdehiyê 119 bersivên rast nedaye lê di ezmûna sala 2010î de 350 kesî bersiva 120 pirsî rast daye. Hat tespîtkirin ku ji van 350 kesî 70yê wan jin û mêrê hev in. 23 ji wan xizmên hev in, 52 namzed jî li heman navnîşanê, kuçe û yan avahiyê de rûdinên
Hat destnîşankirin ku bi berhevkirina delîlan ve herî ewil kesên der heqê wan de biryara binçavkirinê hebûn hatin qefaltin û daxuyanî bi van hevokan domiya: "Li gor delîlên ku hatin berhevkirin herî ewil kesên ku têkiliya van bi vê rêxistinê re hebûn hatin qefaltin. Lewra van kesên hanê pirsên ezmûnê birin, belavkirin û di dema tayînkirinan de bûn sedema neheqiyeke mezin. Bi ger û dolaban ve di saziyên dewletê de bûn karmend û ji rûyê wan de bi hezaran meriv mexdûr bûn."
- 616 kes hê jî di saziyên dewletê de karmend in
Di daxuyaniyeke din a ku ji hêla Serdozgeriyê ya Enqereyê ve hat kirin de hat gotin ku ji nav wan kesên ku ketibûn ezmûnê 616 kes hê jî di saziyên dewletê de wek karmend dixebitin û hat gotin ku di KPSSyê de hejmara kesên ji 100 netî zêdetir çêkirin 3 hezar û 227 kes in. Ji wan 616 kes hê jî di saziyên dewletê de wek karmend dixebitin.
Ji bilî vê jî der heqê gefxwarina di têlefonê de li Dozgerê Komarê yê Enqereyê Yucel Erkman hatibû kirin de jî jêpirsîneke cuda dest pê kir. Di çarçoveya jêpirsînê de 3 kes hatibûn binçavkirin. Derket holê ku ji wan kesek li Etîmesgutê di dibistana dewletê de mamoste ye. Ji wan kesên hatibûn binçavkirin yek serbest hat berdan û 2 jî hatin girtin. N.O. û K.B.yê ku bi sûcên "endamê rêxsitina terorê", "şantaj" û "li dijî karmendê dewletê derketin" sewqî dadgeha cezayê ya silhê kirin û bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
news_share_descriptionsubscription_contact


