Nihat Kavşut
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Konseya Berwext a Eskerî ya li Sûdanê: "Derdê me yê sereke ewe ku li welêt bila îstiqrar û ewlehî hebe. Derdekî me yê ku bila desthilatdarî di destê me da be tuneye."
Li Sûdanê komîteya siyasî ya ku bi destê Konseya Demkî ya Eskerî hat wezîfedarkirin wê di nav rojê da bi partiyên siyasî ra bicive.
"Me dît ku pêşeroj xitimiye, rejim jî li hemberî vê bêdeng ma û piştî vê me jî biryar da ku guherînekê bikin."
"Em ê desthilatdariyê dewrî hikûmeta ku bê hilbijartin, bikin."
"Xelkê xwest ku desthilatdarî bikeve destê me. Me neda pey desthilatdariyê û em perçeyekî partiya Beşir nînin."
"Bertekên ji derva erênî ne. Hemû kesên sembola rejima Omer el-Beşîr hatine derdestkirin."
"Em ê ji bona rakirina mueyîdeyên Amerîkayê bixebitin."
"Pêvajoya berwext ya ji bo 2 salan bi taybetî seba hevdîtina bi hêzên siyasî ra heye."
"Em ê derkevin qadan. Em dixwazin bi xwepêşandarên protestoyê ra biaxivin û fikra wan hildin."
"Nûçeyên ku serokên partiya îqtidarê hatine derdestkirin rast in. Serokomar Omer el-Beşîr (yê ji text hat daxistin) di bin çavdêriya me da ye."
"Em ê Omer el-Beşîr bi destê xwe bidarizînin. Em ê wî teslimî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî nekin."
"Xwepêşandêr di bin parastina me da ne lê em ê destûrê nedin ku azadiyên kesên din bên binpêkirin."