04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
ANKARA
Mensûbên Media Net Group ku ji rojnamevan û akademîsyenên ji Sûdanê pêk tê Midûriyeta Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Gerînendeyê Weşana Nûçeyên Navneteweyî Omer Faruk Tokat li Maseya Edîtoran heyet ezimand û der barê dîrok, şemaya organîzasyonê, zimanên weşanê, fealiyet û hedefên AAyê da pêşkêşiyek kir.
Herwiha vîdeoya nasandina Perwerdeya Nûçegihanên Cengê ya AAyê jî nîşanî endamên heyetê dan.
Tokat piştî pêşkêşiya xwe bersiv da pirsên heyeta sûdanî.
Di civînê da Rayedarê Geşepêdana Berhem û Şixul Bora Uçak jî amade bû.
Heyeta mêvan paşê li maseyên nûçeyan ên AAyê geriyan û der barê karê dezgehê da zanyarî wergirtin.