Fatih Gazioğlu
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
XEZE
Misrê Deriyê Sînor yê Refahê ji bo heciyên filistînî vekir. Hat ragihandin ku ev biryara vekirina deriyê sînor 'îstisna' ye û bi tenê ji bona heciyên filistinî ye.
Der barê mijarê ji Îdareya Deriyên Sînor ya Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku wan biryar daye ku Deriyê Sînor yê Refahê ji bo heciyên filistînî bê vekirin lê ev biryar 'îstisna' ye û ji bo filistîniyên din nakeve rewacê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku deriyê sînor wê roja duşem, sêşem û pencşemê vekirî bimîne.
Rêveberiya Misrê piştî derbeya 3yê tîrmehê ya sala 2013an çêbû Deriyê Sînor yê Refahê girtibû. Misir car caran deriyê sînor vedike.