26 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
GAZZE
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê li Xezeyê Îyad el-Bezm daxuyanî da û got "Di çarçoveya zelalkirina sûîqesta Mazîn Fuqeha, deriyê sînor ê Beyt Hanûnê heta biryareke dûyemîn, hat girtin.
Hat ragihandin ku derbasbûna ji Îsraîle ber bi Xezeyê serbeste lê ji Filistînê derbasî Îsraîlê hat qedexekirin.
Bezm berê jî ragihandibû ku şaxên ewlehiyê sûîqesta Fuqehayî ji nêz ve dişopînin.
Mazin Fuqehayê fermandarê eniya Qessam ku bi peymana berdêl a 2011an ya bi Îsraîlê re hatibû îmzekirin serbest hatibû berdan, roja borî li herêma Tel el-Hewaya başûrê Xezeyê ji aliyê kesên nasnameyên wan nediyar ve hat kûştûn.