Muhammet Kurşun
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
ANKARA
Saziyên xêrxwaziyê û arîkariyê yên wek Weqfa Diyanetê, Heyva Sor, ÎHH, Sadakataşi û yên din li çar aliyên dinyayê destê xêrê digihînin feqîran.
Weqfa Diyanetê li Endonezyayê û Iraqê, Heyva Sor jî li Qirgizistanê û Balkanan heywan serjê kirin. Weqfa Diyanetê li Heleb û Cerablûsa ji DEAŞê hatin rizgarkirin ji bo 250 malbatî goştê qurbanê bir.
Li Karadagê jî li bajarê bakurê welat Bijele Poljeyê goştê heywanan gihandin malbatên muhtac.

Weqfa Diyanetê li 8 herêmên cuda yên Etiyopyayê jî qurban serjê kirin û hat ragihandin ku dê 30 hezar hisseyî li 120 hezar malbatan parve bikin.
Heyva Sor jî li 32 welatan goştê qurbanê parve dike û Makedonyayê 2 hezar û 100 pez hatin serjêkirin.
Weqfa Arîkariyê a Heq û Hurriyetên Însanî IHH, li bajarên Mûsil, Kerkûk û Silêmaniyê ji bo penaber û malbatên muhtac 40 dewar serjê kirin û goştê wan belav kir.
Tîma ÎHHê li Kampa Çadir Dîbegeyê ku penaberên Mûsilê lê dimînin û Kerkûk û Silêmaniyê qurbanên ku xêrxwazan bexişandibûn digurîne.

Kordînatorê Dîplomasiya Însanî ya ÎHHê Izzet Şahîn got, li Kampa Dîbegeyê nêzîkî 30 hezar kes dimînin û ev kamp di navbera Mûsil û Hewlêrê de, li herêma Mexmûrê ye. Şahîn got wan ji bo 2 hezar malbatî goşt biriye.
Şahîn got xebatên wan ên arîkariyê li Kerkûk û Silêmaniyê jî berdewam in.
Herwiha diyar kir ku 28ê Tebaxê perwane, sarinc û gelek eşyayên din li penaberên Ereb û Tirkmen ên ji Telaferê reviyane kirine û ji bo 500 malbatî jî xurek birine.
Komeleya Sadakataşi jî li Bûrkîna Fasoya ku yek ji welatên herî feqîr e qurbanan digurîne.

- Heyva Sor a Tirkiyê bi wekalet dê li welat û derve bi 125 hezar hisseyan li 33 welatan qurbanan serjê bike.
Li gor daxuyaniya ji Heyva Sor a Tirkiyê hat dayîn, îsal xêrxwazan 125 hezar hisse ji bo qurbanê bexişandin.
Qurbanên xêrxwazan li tevahiya Tirkiyê tên serjêkirin. Li derve jî li 7 welatên Balkan, 13 Efrîqa, 6 Asya, 5 Rojhilata Navîn û Qibrisê dê bên serjêkirin.
Qurbanên ku bi awayekî rêkûpêk û paqij tên gurandin piştre li muhtacan tên belavkirin.