Önder Beyter
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Serokê Dezgeha Tiba Edlî ya Îranê Ehmed Şûcaî ragihand ku ji ber lehiyên ku li 25 eyaletan di encama barana gumrah da rabûn, hejmara kesên ku li tevahiya welêt mirin, derket 76an.
Şûcaî di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniya dewleta Îranê da diyar kir ku ji ber bobelata lehiyê li eyaleta Farsê 23, li Loristanê 14, li Gulistanê 8, li Mazenderan, Hemedan û Xûzistanê her yekî 5, li Xoresana Bakur û Kûhgîluye-Bûyer Ehmedê her yekî 3, herwiha li Îlamê 2, li Rezewî Xoresan, Sîmnan, Qûm, Kirmanşan, Îsfehan, Qezwîn û Zencanê li her yekî jê yek bi tevahî 76 kes mirin.
Serokê Navenda Rewşa Bilez a Îranê Pîr Huseyîn Qulîwend di daxuyaniya xwe ya 4ê nîsanê da ragihandibû ku li eyaletên Xûzistan, Mazenderan û Loristanê ji 4 kesan xeber nayê standin û li seranserê welêt 70 kes jî mirin.
Li 25 eyaletên Îranê ji 17ê Adarê vir va baraneke gumrah dibare ku di encamê da bobelateke lehiyê rabû û bû sedemê ziyaneke zêde ya madî û canî.
- Heyva Sor a Tirk alîkarî şand herêma afatê
Heyva Sor a Tirk ji bo mexdûrên lehiyê yên li Îranê ketibû liv û tevgerê û ligel hevkariya Heyva Sor a Îranê ji bo herêmên afat bi ser da hatî, 5 tir alavên alîkariya mirovî şandibûn.