MANÎSA
Di çarçoveya lêpirsina ku Serdozgeriya Komarê ya Akhîsarê dike de, kesên ku hatin binçavkirin birin adliyeya Somayê. Hat ragihandin ku lêpirsîn dewam dike û dibe ku hejmara kesên binçavkirî zêde bibe.
Ji aliyê din ve hêzên ewlehiyê li der û dora edliyeyê tevdîr girtin û nahêlin tu kes bikeve edliyeyê û ji edliyeyê derkeve.
Li Somayê di 13ê gulanê de di bobelata kana komirê de 301 kes mirîbûn û 486 kes jî birîndar bibûn.