Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2018
XEZE
Di çalakiyên Meşa Vegera Mezin ên li ser Xeta Xezeyê ji hêla Filistîniyan ve tê kirin de Filistîniyekî 3 hefte berê ji ber guleyên eskerên Îsraîlê birîndar bûbû, şehîd ket.
Eşref el-Kudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê li Xezeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got di çalakiyên li rojhilatê Xan Yûnisa başûrê Xezeyê ji ber ku eskerên Îsraîlê gule barandin Filîstîniyê bi navê Kerem Îbrahîm Arafat şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin Arafat 3 hefte berê di xwepêşanan de birîndar bûbû û ew ji bajaroka Abesan es-Sagîrayê ya li ser Xan Yûnisê bû.
- Çalakiyên Meşa Vegera Mezin
Filistînî ji ber salvegera 42emîn a Roja Axê ji 30yê adarê vir ve li ser Xeta Xezeyê çalakiyên aştiyane yên bi navê "Meşa Vegera Mezin" dikin.
Gelê Filistînê dixwaze vegere ser axa xwe ku jê hatibûn sirgunkirin û dorpêçiya li ser Xezeyê ya ku ji sala 2006an vir ve heye bê rakirin.
Eskerên Îsraîlê jî destûr nade van çalakiyan û bi guleyên rastîn êrîşî wan dike. Ji 30yê adarê vir ve di van çalakiyan de ji ber êrîşên eskerên Îsraîlê 140î zêdetir Filistînî hatin şehîdkirin, bi hezaran jî birîndar bûn.
Di nav Filistiniyên şehîd ketine de 2 rojnamevan û 2 xebatkarên tenduristiyê jî hene.