QAHÎRE
Li çend bajarên Misrê piştî nimêja înê dijî derbeyê çalakî hatin lidarxistin û heta nîvê şevê dewam kirin û di çalakiyan de 3 kes mirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên tenduristiyê di çalakiyên ku li çend bajaran bi navê "Betalkirina Referanduma Xwînî " hatin lidarxistin de yekê wan li Îskenderiyeyê 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Ji alî din ve Wezareta Karên Navxweyî jî daxuyaniyek da û diyar kir ku tîmên ewlekariyê mudaxileyê çalakiyên li Îskenderiye, Qahîre, Mînya, Dîmyat, Sûweyş, Nasr City, el-Feyyum, Port Seîd, Devê Çemê Nîlê, eş-Şarqiyye û Benî Suweyfê kirin û li tevahiya welêt 169 çalakvan binçav kirin.
Hat diyarkirin ku di pevçûnên nav tîmên ewlekariyê û çalakvanan de gelek kes birîndar bûn û di bin tesîra bombeyên rondikrêj de man.
Koma bi navê "Îtifaqa Hêzên Şoreşger" ya dijî derbeyê jî diyar kir ku li Benî Suweyfê 10 kesên ku di nav wan de qîz jî hene hatin binçavkirin.
Komên dijî derbeyê bangî gel dikin ku referandumê boyqot bikin û dijî Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Parastinê bi dirûşman ve meşiyan û piştevanî dan Mihemed Mursiyê ku Serokomarê ewilîn hatiye hilbijartinê.
Hat dîtin ku di çalakiyên vê heftê de beşdariya gel hê jî zêde bûye.