01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
WASHINGTON
Çapemeniya DYAyê der barê encama hilbijartina gişkî ya 1ê mijdarê da got ku AK Partî bi rayên ku sitand va bi tena serê xwe dibe îqtidar û bi van rayan va ciyê xwe saxlem kir û encam wek "serkeftineke balkêş" û vegerîna mezin" nirxandin.
Rojnameya Washington Postê diyar kir ku AK Partyê bi vê encamê va piştî hilbijartina 7ê hezîranê ji bo ku bibe îqtidar piraniya rayan sitand. Rojnameyê nivîsî ku bi eşkerebûna ji sedî 80yê sandiqan va xanê dike ku AK Partiyê ji sedî 50yê rayan sitand û dikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike û alîgirên partiyê li pêşiya Navenda Gişkî ya AK Partiyê civiyan.
Washington Postê destnîşan kir ku AK Partiyê bi gotinên îstiqrarê va hem rayên neteweperweran hem jî yê welatiyên kurd paşda sitand û wiha nivîsî: "Encam nîşan didin ku li Başûrê Rojhilatê welêt a ku kurd lê dijîn ji bo partiya îqtidarê guherîneke balkêş çêbû."
- "AK Partiyê ciyê xwe saxlem kir"
Di xebera ku Bloomberga ajansa nûçeyan weşand da hat diyarkirin ku AK Partiyê rayên ku di hilbijartina 1ê hezîranê da dabûn der paşda qezenc kir û îqtidara xwe ya 13 salî saxlem kir.
Di xeberê da hat gotin ku AK Partiyê ji qasî ku hêvî dikir zêdetir ray sitand, bi vê encamê va dibe ku Serokomar Erdogan li qesra serkomariyê hêzeke mezin hêvî bike.
- "Serkeftineke balkêş"
Associated Pressê jî di xebera xwe ya der heqê hilbijartina 1ê mijdarê da wiha got: "Encamên ewil nîşan didin ku partiya îqtidarê serkeftineke balkêş bi dest xist û piranî bi dest xist."
APyê di xeberên xwe da daneyên encama hilbijartinê ya ku TRTyê weşand bi kar anî û diyar kir ku alîgirên AK Partiyê li pêşiya avahiyên partiyê yên li Enqere, Stenbolê û mala Serokomar Erdogan a li Stenbolê civiyan û wiha got: "Encamên ewil nîşan dide ku partiya îqtidarê dema ku dîsa çû hilbijartinê xumar lîst û ya ku xwest bi dest xist."