Nihat Kavşut
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
BERLÎN
Li Almanyayê Serdozgeriya Federal ji bona Beate Zschaepeya ji endamên Rêxistina Îllegal a Nasyonal Sosyalîst (NSU) ya rêxistina terorê ku 8 jê tirk ji bo kuştina 10 kesan berpirsyar e cezayê hetahetayê xwest.
Rûniştina dozê li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munîhê hat kirin û bi nirxandina Serdozgeriya Federal dewam dike.
Serdozger Herbert Diemer ji bona bersûca sereke Zschaepeyê cezayê hetahetayê xwest.
Diemer diyar kir divê ji bo her kuştiyekî ev ceza cuda cuda bê dayîn û destnîşan kir ku Zschaepe şirîkê her kuştinekê ye.
Piştî nirxandina parêzerên midaxil û parêzerên parastinê wê pêşkêşiya xwe bikin.
Li gor agahiyan wê biryar çend meh bi şunda bê dayîn.