Haydar Şahin
12 Îlon 2017•Rojanekirin: 13 Îlon 2017
BANGKOK
Li Myanmarê wêneyên ku neteweperestên budîst ji bo îdiaya xwe piştrast bikin nîşan didan û digotin "Mislimanên ji Arakanê malên xwe dişewitînin" derew derketin, kesên di wêneyan da hindûyên budîst derketin.
Li gor daxuyaniya rojnamevanên ku hikûmeta Myanmarê hefteya borî bi îdiaya "Mislimanên ji Arakanê malên xwe dişewitînin" biribû herêma lê tundî dewam dike, Serkeşeyê Budîst Zawtîka îdia kir ku mislimanên Arakanê gundan dişewitînin.
Zawîtka got, "Ez xebitîm ku wan bidim sekinandin. Min got nekin lêbelê xwestin ku bikin."
Piştî daxuyaniya Serkeşe merivekê ku navê wî Maung Maung Htwe ye wek delîlê ku "mislimanên Arakanê malên xwe dişewitînin" hin wêneyên di têlefona xwe da nîşanî rojnamevanan da.
- Rojnamevanan nasnameya kesên di wêneyan da ferq kirin
Lêbelê demekê şûnda rojnamevanan ferq kirin ku kesên di wêneyan da hindûyên budîst in û rayedarên hikûmetê ew anîne herêmê.
Ya rastî nûçegihanê APyê got di wêneyan da budîstê hindû yê ku di hevpeyvînê da ji wan ra gotiye "Mislimanên ji Arakanê malan dişewitînin" jî xanê dike û malan dişewitîne.
Artêşa Myanmarê bi hinceta têkoşîna dijî milîtanên çekdar va êrîşî sivîlên ji Arakanê dike, ji 25ê tebaxê vir da bi hezaran misliman hatin kuştin. Rêveberiya Myanmarê destûrê nade ku kes têkeve herêmê û ji ber vê jî hejmara kuştiyan baş nayê tesbîtkirin.
Di êrîşan da ji 150yî zêdetir gund bi destê neteweperestên budîst û artêşê hatin şewitandin. Bi deh hezaran mislimanên ji Arakanê hê hewl didin ku ji herêmê dûr bikevin. Sivîlên ku ji Myanmarê direvin ji herêma çiya û Çemê Nafê ra derbasî Bangladeşê dibin. Ji 25ê tebaxê vir da 313 hezar mislimanê ji Arakanê derbasî Bangladeşê bûn.