Encamên hezaza ku li herêma Snohomîsha ya 90 kîlometro bakurê Seattleya paytexta eyaleta Washîngtonê qewimî, her diçe girantir dibe. Li herêmê hejmara kesên ku windane 100 e, nûçeyên birîndar û miriyan jî tê.
Rayedaran der barê xebatên lêgerin û xilaskirinê de agahî dan û gotin ku ew di hezazê de gihîştîne cinazê 6 kesan. Hejmara miriyan bûye 14, ên birîndaran jî 7.
Rayedaran ragihand ku qasî 30 malî di bin hezazê de man, xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Piştî hezazê hem ji bejahiyê hem jî ji hewayê xebatên xilaskirinê dan destpêkirin. Welatiyên dilkirî jî beşdarî xebatên lêgerînê dibin.