Haydar Şahin
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Hilbijartina seroktiyê ya Amerîkayê ew ê di sala 2020î da were kirin. Ji bo hilbijartinê demeke kin ma û namzedekê Komarprêzan ên din jî bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra dikeve pêşbaziyê.
Joe Walshê endamê Kongreyê yê berê di sala 2010î da ketibû Meclisa Nûneran a eyaleta Illinoisê, 2 sal şûnda dîsa ketibû hilbijartinê lêbelê heman serkeftin nîşan nedabû. Walsh daxuyanî da kanala ABCyê û diyar kir ku ew ê ji Partiya Komarparêzan bibe namzed.
Walshê ku ji bo Trump dibêje "derewkar", "miteasib" û "şerpeze" ji bo kampnayaya xwe dirûşmeya "Wêrek be"yê eşkere kir.
- Analîst şansê nadin
Analîstên siyasetê jî dibêjin di nav Komarparêzan da piştgiriya didin Trump derkete ji sedî 80yî û ji ber vê şansê Walsh tune.
Bîll Weldê Waliyê Massachusettsê jî di meha nîsanê da diyar kiribû ku ew ê li hemberî Trump rabe ku bibe namzedê Partiya Komarparêzan lêbelê piştgirî nedîtibû.
Wekî mayîn di Partiya Demokratan da 20 bernamzed dixebitin ku li hemberî Trump bibin namzed, di nav wan da navê Joe Bîdenê Alîkarê Serok ê berê derdikeve pêşiyê.
Li Amerîkayê hilbijartina seroktiyê ya 59an ew ê di 3yê mijdara 2020î da were kirin.