İbrahim Atmaca
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
BAĞDAT
Hat ragihandin li Iraqê di hilbijartina giştî ya duh hat kirin da li gor encamên nefermî Koalîsyona Nasrê ku serkêşiya wê Serokwezîr Heyder el-Îbadî dike, bû yekemîn.
Berdevkê Koalîsyona Nasrê Huseyîn Adîlî ji nûçegihanê AAyê ra axivî û got, "Koalîsyona Nasrê heta niha li gor encamên ewilîn yekemînê hilbijartinê ye."
Adilî diyar kir, dibe ku encamên hilbijartinê êvarê werin eşkerekirin.
Duh li Iraqê hilbijartina giştî hat kirin û rêjeya beşdarbûnê ji sedî 44 pêk hat.