Muhammet Kurşun
07 Gulan 2018•Rojanekirin: 07 Gulan 2018
TUNUS
Li Tûnisê di hilbijartina şaredariyan de namzeda Hereketa Nehdayê Sûad Îbrahîm, bû şaredarê paytext Tûnisê.
Li gor encama ku televizyona dewletê ragihand, Hereketa Nehdayê ji sedî 33,8ê dengan wergirt û Sûad Îbrahîma di serê lîsteyê de di tarîxa welat de bû şaredara yekem a jin.
Partiya Nîdaya Tûnisê bi 25,8ê bû duyemîn, Hereketa Demokratîk bi 10,7an sêyemîn. Cebheya Gelparêz û Koalîsyona Sivîl ku 10 partiyan tifaq kiribû jî ji sedî 6,8 deng wergirt.
Li welat ji 5 milyon û 369 hezar dengdêrî 1 milyon û 796 hezar û 154 kesan deng da. Beşdarî di sedî 33,7an de ma.