Nihat Kavşut
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Serokê Saziya Alîkariya Acîl ya Îranê Pîr Huseyîn Kulîwend daxuyanî da televizyona dewletê û diyar kir ji ber bûyerên di merasima cinazeyê Silêmanî da 32 kes mirine û daxuyaniya ku 35 kes mirine sererast kir.
Kulîwend di daxuyaniya xwe da hejmara birîndaran jî ku hatibû ragihandin 48 kes birîndar bûne sererast kir û got ku 190 birîndar hatine tesbîtkirin.
Li gor agahiyan ji ber îzdihamê merasim sekiniye û definkirin hatiye taloqkirin.