Abdullah Tel
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Almanyayê ragihand ku ewê qismekî eskerên xwe yên li Iraqê ne derxe derveyê welêt.
Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Alman (DPA) Wezîra Parastina Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer û Wezîrê Karên Derveyê Almanyayê Heiko Maas ji endamên komîsyona eleqedar a di Meclisa Federal da ne nameyek şandin û gotin ku qismekî eskerên wan ên li Iraqê wê derxin derveyê welêt.
Di nameyê da hat gotin ku bi taybetî jî wê hejmara eskerên li Bexda û herêma Taciyê ne wê bên kêmkirin û wiha hat gotin: "Ev eskerên hanê wê demildest ber bi Urdun û Quweytê va bên şandin. Dema perwerdehî ji nû va dest pê bike wê ev esker careke din ber bi iraqê va bên şandin."
Hat gotin ku eskerên Almanyayê yên li Iraqê ne ji bo bikaribin xebatên xwe yên perwerdehiyê bidomînin bi hikûmeta Iraqê ra hevdîtin tên kirin û heke hikûmeta Iraqê bixwaze Almanya wek prensîp dikare xebatên xwe yên li wê derê bidomîne û ji bo vê amade ye.
Di nameyê da hat gotin wê rêzê nîşanî biryara hikûmeta Iraqê bidin.
Di kovara Spiegelê da hat îdiakirin ku 32 eskerên li bakurê Bexdayê bûn di balafireke eskerî ya Almanyayê da derbasî Urdunê bûn.