Fatih Gazioğlu
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî got ku di têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê de heta niha 100 milyar dolar pere xerc kirine.
Îbadî li bajarê Kerbelayê daxuyaniyek da û wiha got: "Me di têkoşîna dijî DEAŞê ya ku li bakur û rojavayê Iraqê de nêzî 100 milyar dolar ji dest da. Iraqî di yekîtiya welat de serkeftî bûn."
Îbadî der barê krîza di navbera Hewlêr û Bexdayê jî wiha axivî: "Ji bo têkiliyên di navbera me û gelê kurd de hewcedarî bi navbeynkariyê tuneye. Pêşmerge welatparêz in. Em ji ber sûcdarkirina bi îxanetê ya ku dibêjin çima pêşmerge dijî artêşa Iraqê nehatine xemgîn bûn."
Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Heşdî Şabî tevgereke çekdar e û beşdarî hilbijartinê nabe û hilbijartin jî wê dema xwe de (gulan 2018) bê kirin.