Abdullah Tel,Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
WASHINGTON
Robert Kelnerê ku parêzerê Flynnê ku berê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî bû got: "Di nûçeyên îro da der barê General Flynn da ji meriv revandinê bigre heta gendeliyê gelek îdia avêtin meydanê. Ev tiştên wisa kirêt û wisa bipêşdaraz in ku em vê carê wê rêzika xwe ya ku me bersivnedayîna îdiayan didin aliyekî û dinêjin: Ev derew in."
Kelnerê parêzerê Flynn nûçeya Wall Street Journal (WSJ) a Amerîkayê ya der heqê muwekîlê wî da ku bi hin îdiayan hatibû weşandin, derewand.
Di daxuyaniya xwe da Kelner îdiayên der barê Flynn ên bi "meriv revandinê" heta "gendelî stendinê" tê sûcdarkirin qebûl nekir û ew îdia "derew û kirêt" hesiband.
Parêzer destnîşan kir ew rêzê nîşanî pêvajoyê didin ku di çarçoveya lêpirsîna Rûsyayê da li DYAyê tê birêvebirin û ji ber vê jî tevlî muwekîlê xwe naxwazin bersiva îdiayên "li ser medyayê belav bûn" bidin û xwe ji vê dûr digirin.
- "Tişkekî pir kirêt û bipêşdaraz e."
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di nûçeyên îro da der barê General Flynn da ji meriv revandinê bigre heta gendeliyê gelek îdia avêtin meydanê. Ev tiştên wisa kirêt û wisa bipêşdaraz in ku em vê carê wê rêzika xwe ya ku me bersivnedayîna îdiayan didin aliyekî û dinêjin: Ev derew in."
Roja înê WSJê di nûçeyeka xwe ya eleqedar da îdia kir ku di meha kanûnê da Flynn tevlî kurê xwe bi hin rayedarên Tirkiyeyê ra ji bo Fetullah Gulenê serkêşê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) birevînin dervayê DYAyê û bi bergîdana 15 milyon dolarî teslîmî Tirkiyeyê bikin, hevdîtin kirine û di rojnameyê di îdiaya xwe da ragihand ku ev yek jî ji hêla Dozgerê Xwediyê Rayeya Taybet Robert Muellerê niha lêpirsîna Rûsyayê birêva dibe va tê lêkolînkirin.
Rojnameyê "hin kesên nêzî lêpirsînê" di nûçeyê da wek çavkanî nîşan da lê der barê naveroka hevdîtina Flynn û rayedarên Tirkiyeyê da ku îdia dike pêk hatiye da tu navnîşan û delîlek nîşan neda.
- Woolsey hevdîtin ragihandibû
Wek mayîn rojnameya WSJyê dîsa di xebereke xwe ya berê da diyar kiribû ku beriya hevdîtina di berfanbarê da di 19ê îlonê da hevdîtineke din hatiye kirin û James Woolseyê Dîrektorê Teşkîlata Îstixbarata Navendî (CIA) jî tevlî vê hevdîtinê bûye.
Woosleyê ku di heman demê da şirîkê kar ê berê yê Flynn bû der barê mijarê da daxuyanî dabû rojnameyê û îdia kiribû ku "di hevdîtinê da revandina Gulen jî tev li ser gelek mijaran hat axaftin".
- Teklîfa 10 milyon dolarî
Lêbelê di xebera Reutersê ya 26ê cotmehê da hatibû îdiakirin ku Woolsey "Di 20ê îlona 2016an da ji bo xebatên bêîtibarkirina Gulen 10 milyon dolar teklîfî 2 karsazên tirk kir, lêbelê karsazan ev teklîfa qebûl nekirin".
Lêbelê Woolsey rojekê piştî hevdîtina ku dibêjin Flynn bi rayedarên tirk û karsazan kir û bi van karsazan ra mijara Gulen xeberda û kontrata 10 milyon dolarî xwest û vê îdiayê jî bal kişandibû. Dîrektorê CIAyê yê berê bersiv nedabû îdiaya teklîfa 10 milyon dolarî.
- Ji Woosley du daxuyaniyên cuda
Di 14ê sibatê da Flynn ji wezîfeyê hatibû hildan Woosley mehekê piştî vê daxuyanî dabû WSJyê û gotibû, "Bi rayedarên tirk û karsazan ra mijara Gulen axivîbûn lêbelê nayê bîra wî ku kê çi gotiye."
Lêbelê Woosley demekê piştî vê daxuyaniya ku dabû WSJyê îcar bi CNNya kanala Amerîkayê ra xeberdabû û gotibû, "Kesê ku gotiye ew ê di mijara Gulen da alîkariyê bide Tirkiyeyê Flynn e."
Dozgerê Bi Rayeya Taybet Mueller ji gulanê vir da li DYAyê lêpirsîna îdiayên ku dibêjin Rûsyayê bi êrîşa sîberê va midaxeleyî hilbijartina DYAyê kiriye rêva dibe. Di vê mijarê da Flynn di hedefa Mueller da ye û Serokê DYAyê Donald Trump gotibû "Di lêpirsîna Rûsyayê da Flynn li dijî min bi kar tînin."