Fatih Gazioğlu
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
MEKKE
Îsal di meha Remezanê de li gor par jimara kesên ku Ke'be ziyaret kirine ji sedî 34 zêde bû û gihişte 17 milyon merivî.
Piştî temîrkirin û înşaeta derdora Ke'beyê xilas bû û kontenjanên umreyê hatin zêdekirin û jimara kesên diçin umreyê zêde bû.

Li gor reqamên Saziya Îstatîstîka Umre û Hecê ya Erebistana Siûdî eşkere kirin îsal 17 milyon kes ji bo umreyê hatin Mekkeyê. Ev reqam par nêzî 12 milyon kesî bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta dûmahiya meha remezanê wê ev reqam hê zêde bibe.