06 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
ANKARA
Tirkiye jî di nav de hin welatên îslamê duh ketin Cejna Remezanê, hin welat jî îro roja ewil a cejnê pîroz kirin.
Serokê Kar û Barê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez der heqê mijarê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û cejna alema îslamê û Tirkiyeyê pîroz kir û got ku Xwedê rehma xwe li kesên ku duh di qezaya firokeyê de mirin bike.
Gormez got ku ev çendî sal in ku li alema îslamê tê nîqaşkirin ku misilman bi hev re dest bi remezanê bikin, cejna xwe bi hev re pîroz bikin.
Gormez diyar kir ku heta îro der heqê mijarê de 2 jê li Stenbolê 7 kongreyên mezin hatin kirin û got ku di van civînan de hemû alimên îslamê daxuyaniya hevpar dan. Gormez qal kir ku alimên îslamê girîng dibînin ku misilmanên ku li her derê dinyayê dijîn li ser heman kêfxweşiyê bigihêjin hev û divê salnameyeke ku berê hatiye amadekirin hebe.
- Girîngiya salanmeya hevpar
Gormez qal kir ku salnameya hevpar ji bo misilmanan mecbûriyetek e û got ji ber ku misilman tenê li Erebistanê najîn.
Gormez wiha axivî:
"Kabe kiblegaha me ye, lê ne cihê diyarkirina wext e, cihê diyarkirina wext heyva nû ye, asîman e. Ew ayet in ku Xwedê li asîmanan bi cî kirine. Kabe, Mescîdê Nebevî, birêvebirina îbadeta hecê di destê welatekî de ye lê ev nayê wê wateyê ku em qanûn û prensîbên ku Xwedê li kaînatê bi cî kirine biguherînin."
Gormez diyar kir ku ev nîqaş ne tenê nîqaşa hîlalekî ye û wiha axivî: "E nîqaşekî wisa ye ku der heqê fehmkirina têkiliya di navbera ayetên ku Xwedê bi kitêban ji mirovan re şandiye û ayetên ku li kaînatê bi cî kirine de ye."
Gormez got ku "Em nikarin ku ew hesaba ku Xwedê li roj û heyvê bi cî kiriye tune bihesibînin û wisa tevbigerin" û wiha axivî:
"Dîsa ketin nav îxtilafê û ev yek tu carî nabe sedem ku em bêhêvî bibin, bereksê wê em ê xebatên xwe zêde bikin û ji bo ku li ser rûyê erdê hemû misilman di heman demê de dest bi remezan û cejnê bikin, wext, birevibirina wextê bi hev re bikin em ê ji niha pê ve jî çi ji destê me bê bikin."