Saadet Firdevs Aparı
15 Tebax 2022•Rojanekirin: 17 Tebax 2022
Hat ragihandin, li paytextê Ermenistanê Rewanê di teqîna ku duh li navenda danûsitandinê Surmaluyê di mixazeyeke ku fîşengên hewayî difiroşe da çêbû, hejmara miriyan derket 6an.
Li gorî nûçeya Armenpressê, Wezareta Rewşên Bilez a Ermenistanê diyar kir ku di teqîna duh çêbû da 6 kes mirin, zêdeyî 60 kesî birîndar bûn û ji bo 18 kesan jî xebata lêgerînê tê kirin.
Wezaretê her wisa destnîşan kir, ji 6 kesên mirin hê jî nasnameya yekî nehatiye diyarkirin.
Hat diyarkirin, li ciyê bûyerê xebatên îtfaiyeyê û yên ekîbên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Li navenda danûsitandinê Surmaluyê piştî teqîna bişidet şewat derketibû û hatibû ragihandin ku însan di bin kavil da mane.
Navenda danûsitandinê qedera 2 kîlometreyî dûrî navenda bajarê Rewanê ye.