İbrahim Atmaca
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li Tehrana paytextê Îranê, li ber Qesra Serokomariyê hêzên ewlehiyê gule berdan kesekî û ew birîndar kir.
Alîkarê Waliyê Tehranê Muhsîn Nesîc Hemedanî ji ajansa nûçeyan a Tesnîmê ra axivî û diyar kir, kesekî ku alavên jêkirinê pê ra hebû, xwest ku têkeve kampusa Qesra Serokomariyê ya Îranê.
Alîkarê Walî got ku vî kseî guh neda hişyariyên hêzên ewlehiyê û hêzên ewlehiyê gule berda piyê wî û ew ji pê wî birîndar kir.
Hemedanî destnîşan kir, kesên ku hat birîndarkirin "çima ev çalakî kir û xebatên tesbîtkirina nasnameya wî" dewam dikin.