Parlementera Tirkmen Jale Neftçiya ku di lijneya bi Serokê Parlementoya Neteweyî ya Iraqê Usame Nuceyfî re hatibû de, cî digire ji AAyê re axivî.
Neftçiyê diyar kir dixwazin ku têkiliyên di navbera her du welatan de baş bin û destnîşan kir ku di nav rayedarên li her du welatan jî ji bo başkirina têkiliyan qinyatek ava bû û fêyda têkiliyên ne baş tu carî ne ji Iraqê re ne jî ji Tirkiyeyê re çênabe.
Neftçî da zanîn ku Serokwezîr Erdogan, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Serokê TBMMê Cemîl Çîçek ji bo daxwaza başkirina têkiliyan kêfxweş bûn û bi awayekî erênî lê nêrîn.
Qeyrana Suriyê û riyên felatê
Neftçiyê diyar kir ku ligel rayedarên tirk li ser qeyrana Sûriyê ya ku roj bi roj mezin dibe, sekinîn û got ku ev qeyran bandor li ser hemû welatên li herêmê dike û me bi rayedarên tirk re der barê vê mijarê de têkilî danî û ji bo bi awayekî aştîxwaz çareserkirina vê pirsgirêkê em bi wan re axivîn.
Neftçiyê da zanîn ku lijneya Iraqê piştî temasên li Tirkiyê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê dê biçe Îran û Erebistana Sîûdêyê û got ku Iraq her dem dixwaze ku pirsgirêkên herêmê bi awayekî aştiyane bê çareserkirin lê mixabin dewletên wek DYA û hin welatên Ewropayê di mijara mudaxeleyek leşkerî de bi israr xuya dikin. Mudaxeleyeke leşkerî dê ewil bandor li ser Iraqê bike û me ji rayedarên tirk re got ku dibe ku bandora mudaxeleyê li ser Tirkiyeyê jî çêbe.
Girîngiya têkiliyên dualî û qeyrana Sûriyê
Serokê koma Koalîsyona Dewleta Qanûnê Xalid el-Atiyye jî got ji bo ku têkîliya navbera her du dewletan xurt bikin ev serdan pêk anîne.
Atiyye got ku me fikrên xwe yên der barê qeyrana Sûriyê de bi rayedarên tirk re par ve kir û fikrên Tirkiyeyê yên di vê mijarê de guhdar kir û me destnîşan kir ku dê qeyran bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û me ji Tirkiyeyê rica kir ku piştgirî bide pîlana me ya çareseriyê ya ku me pêşkeşî Yekîtiya Ereban kir.
Atiyye ragihand ku bûyerên li Sûriyê encamên provakasyon û fitên fesadiyê ne û îdia kir ku dibe ku ev fitne belavî hemû welatên herêmê bibe.
Atiyye diyar kir ku çareseriyên aştîxwaz dê gelê Sûriyê ji bindestiya dîktatoran felat bike û dê demokrasiyê ji wan re bîne. Atiyye got ku di nav destûrên her du welatan de jî dibêje ku divê tevlî karên hundir yên welatên cînar nebin û heke em têkiliyên xwe li ser vê yekê ava bikin dê ev sûd bide her du welatan jî.
Atiyye bi bîr xist ku dê Wezîrê Karên Derve yên Iraqê Xoşyar Zebarî ji bo têkilîdanînê bê Tirkiyeyê û dê Serokê TBMMê Cemîl Çîçek jî piştî Cejna Qurbanê Iraqê ziyaret bike.