Abdullah Tel
09 Mijdar 2019•Rojanekirin: 09 Mijdar 2019
Li Bolîvyayê ji ber îdiaya ku di hilbijartinê da hîle hatiye kirin çalakiyan dest pê kir û li çend bajaran polês jî tevlî çalakiyên li dijî hikûmetê bûn.
Di nûçeyên çapemeniya welêt da hat gotin ku li bajarê Sucre, Santa Cruz û Cochabambayê hin polês jî li dijî hikûmeta Serokê Dewletê Evo Morales serî hildan. Qismek polês tevlî wan xwepêşandanên ku ji ber îdiaya di hilbijartinê da hîle hatiye kirin dest pê kiribûn û paşê cihê xwe ji bûyerên tundiyê ra hiştin bûn û li alî muxalifan kirin.
Wezîrê Parastinê Javier Zabaleta der barê mmijarê da daxuyanî da û ragihand ku li hemberî polêsên tevlî protestoyan bûne wê artêş neyê emilandin û wê polês derkevin hemberî wan.
Di çalakiyên bi destê muxalifan dest pê kir û paşê alîgirên Serokê Dewletê Morales jî tevlî bûn da car caran şer û pevçûnên ku kevir û daran dawdişînin hev, diqewimin.
Di hilbijartina ku li Bolîvyayê di 20ê Cotmehê hat kirin da Serokê Dewletê Morales di tura ewil da ji sedî 47,8ê rayan hilda û bi ser ket, reqîbê wî Carlos Mesayê ku berê Serokê Dewletê bû jî ji sedî 36,51ê rayan hilda.
Li gor qanûnên welêt ji bo namzedek bikaribe bibe serokê dewletê divê herî kêm ji sedî 50yê rayan hilde yan jî ji sedî 40ê rayan hilde û ji sedî 10 ferq di navbera wî û reqîbê wî yê herî nêz da hebe. Heke ev herdu yek bi cih neyên ji bo du namzedên ku herî zêde ray hildane jî tura duyemîn tê kirin û serokê dewletê wê çaxê tê hilbijartin.