Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ANKARA
Tora Mafên Mirovan li Sûriyê (SNHR) ragihand ku di 4 hezar û 252 êrişên bi bombeyên bermîlan de rejima Esed 41 jê zarok 20 jin 94 sivîl kuştin.
Di rapora SNHRê de hat diyarkirin ku li cihên cuda cuda yên Sûriyê Esed 4 hezar û 252 bombêyên bermîlan avêtine û 94 sivîl kuştine.
Li gor raporê herî zêde bajarê Derayê yê ku di kontrola mixafilan de ye rastî êrişên bombeyên bermîlan hatiye. Li wir 2 hezar û 31 bombe hatine avêtin û 15 zarok 12 jin 42 sivîl hatine kuştin.
Piştî Derayê, Çoltera Şamê, Hema, Heleb, Hims, Îdlîb, Reqa û Quneytra tên.