11 Gulan 2016•Rojanekirin: 11 Gulan 2016
BEXDA
Hat ragihandin di êrîşa ku li herêma Sadrê ya li rojhilatê Bexdaya paytextê Iraqê çêbû da hejmara miriyan derket 56an û ya birîndaran jî derket 60î.
Evdilxenî Sadûnê Midûrê Daîreya Tenduristiyê ya Rûsafayê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir di êrîşa ku li Sadrê bi wesaîta bombebarkirî hat kirin da hejmara miriyan derket 40î û ya birîndaran jî derket 60î.
Sadûn diyar kir ku birîndar tên dermankirin û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hat destnîşankirin ku hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.